Li Dêrsimê nobeta jinan di roja duyemîn de ye

Li Dêrsimê nobeta jinan di roja duyemîn de ye

Dayikên Aştiyê ku vekişîna gerîlayan ya ku ji 8’ê Gulanê de despêkiriye di cih de dişopîne, di sohbetên xwe yên bi gelê Dêrsîmê re dike de ruyê qirêj yê şer vedibêjin û bal kişandin ser yekitiya netewî ya gelê kurd.

DOHK’ê piştî vekişîna gerîlayên HPG’ê ya di 8’ê Gulanê de dest pê kir, bi armanca ku pêvajoya wê bişopîne li Dêrsîmê li Qada Seyît Riza Konê Çarseriyê û Rizgariya Demokratîk ava kir û di roja duyemîn de ye.

Di konde pankarta ‘Em pêngava rizgariya demokratîk slav dikin’ û wêneyên her sê siyasetmedarên jin yên kurd kul i Parîsê hatin qetilkirin, daliqandin. Roja ewil konê çareseriyê û rizgariya demokratîk jia liyê sazî, nûnerên partiyên siyasî û gel ve hat ziyaret kirin.

Dayikên Aştiyê yên ji Amed û Stenbolê hatin bi kesên hatine serdana wan re sohbet kirin û ruyê şerê qirêj yên tê meşandin vegotinû balkişandin ser yekitiya netewa kurd. Dayikan da zanîn ku divê rêgezên areseriya demokratîk a  pirsgirêka kurd bikevin temînat qanûn û makeqanûnê û got: “Divê şert û mercên Rêber Apo bên başkirin, di makeqanûnê de nasnameya kurd bê nasîn, mafê perwerdê bê dayîn, pergala cerdevaniyêrabe, TMK rabe, girtiyên siyasî bê berdan.

Di roja duyemîn de di çarçoveya bernameyê de saet di 17.00’an de dê kursiya serbet bê berdan û dê saet di 19.00’an de koroya jinan a şaredariyê derkeve ser dîkê.