Li Dêrsimê leşkeran li jinan gule barand
Li Dêrsimê leşkeran li jinan gule barand
Li Dêrsimê leşkeran li jinan gule barand
Li Dêrsîmê ji aliyê DOKH’ê ve li Qada Seyît Riza bi armanca ku vekişîna gerÎlayan bê şopandin kon hat vekirin û jinan xwest kon bibin gundê Roşnek. Lê leşkeran astengî derxist û leşkerekî gule li jinan barand.
Welatiyên bi dehan koveyî ketin rê, li nokteya lêgerînê ya ji aliyê leşkeran ve ya li ser riya Nazimiye-Erzincanê hatibû avakirin, hatin rawestandin. Leşkeran bi hinceta ewlehiyê nexwest gel biçe gundê Roşnekê û xwestin wesayîtên xwe bidin rawestaidnin. Welatiyek ji wesayîtê derket û bi leşkeran re nîqaş kir.
Leşkerekî bi aliyê girseyê de gule barand. Di bûyerê de kes birîndar nebû. Gengeşî demekê berdewam kir. Piştre girse nokteya lêgerînê derbas kir û çûn gund. Hate hînbûn ku girseyê konê xwe veda.