Li derdorî Tebqayê: Şerê dijwar diqewimin
Li rojavayê bajarê Tebqayê şerê dijwar di navbera şeravên Pêngava Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ'ê de diqewime.
Li rojavayê bajarê Tebqayê şerê dijwar di navbera şeravên Pêngava Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ'ê de diqewime.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê û bendava Firatê di roja 13′emîn didome. Li rojavayê bajarê Tebqayê di navbera şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ′ê de şerê dijwar diqewimin.
Navçeya Tebqa ya ku 40 kîlometre dikeve başurêrojhilatê bajarê Reqayê ji aliyê şervanên Hêzên Surya Demokratîk ve hatiye dorpêçkirin.
Her wiha li gundewarên rojhilatê Reqayê, çeteyên DAIŞ′ê êrîşî bajaroka El-Kerame kirin. Di encamê de, li derdora bajarokê şer derket, êrîş ji aliyê şervanan ve hat şikandin, lê li vir jî encamên şer ne hat zanîn.