Li derdora Helebê çi diqewimin?

Beriya du mehan bi plana De Mîstûra ya ji bo rawestandina şer a li derdora Helebê re, li vê herêmê bûyerên nû qewimî bûn. Piştî ku ev plan bû mijara nîqaşê, Eniya Nûsa ket nava tevgerê.

Beriya du mehan bi plana De Mîstûra ya ji bo rawestandina şer a li derdora Helebê re, li vê herêmê bûyerên nû qewimîbûn. Piştî ku ev plan bû mijara nîqaşê, Eniya Nûsa ket nava tevgerê. Di demeke kurt de Nûsra li Idlipê rewşeke afirand ku mîna li dijî rejîmê şer dike, nîşan da. Rejîmê xwe ji hin deveran vekişand, lê çekên giran ên weke tank, top û hawan ji Nûsra re hişt. Nûsra bi van çekan re destpêkê berê xwe da komên Eniya Îslamî. Gelek jê anî radeya tinekirinê. Dûre jî li derdora Helebê ket nava tevgerê.

SENARYOYA NÛBÛL ZEHRA

Piştî ku DAIŞ li Kobanê têk çû, Nûsra xistibûn nava tevgerê. Ev tevger, planeke nû ya li dijî Kurdan/Rojava bû. Esasê plan jî êrîş û dagirkirina Efrînê bû. Ji bo vê jî li Dîlokê, komên Eniya Îslamî ji bo bi Nûsra re bibin yek li dû hev civîn lidar xistibûn. Li gorî senaryoya di encama van de hat avakirin, Nûsra li hemberî Nûbûl Zehra operasyon da destpêkirin. Cewhera vê senaryayoyê, amadekariya êrîşa li hemberî Efrînê bû. Ji ber vê yekê, kengî Nûsra dest bi senaryoya Nûbûl Zehra kir, li hemberî rêveberî û hêzên parastinê yên Efrînê kampanya reşkirinê hat destpêkirin. Di vê kampanyayê de tevkariya rejîmê jî hebû. Weşanên hin Kurdên noker jî hatin bikaranîn.

Lê belê piştî demeke kurt senaryo hat kişfkirin. Li ser vê yekê Nûsra ji bo êrîşekê li dijî komên li herêmê bi bandor plan bike, ket nava tevgerê. Gefa êrîşê kir, hewl da komên weke Hazim, Siwar Sûriye, Asîfet, Şîaml, Lîva Tevhît, Ehrar Sûriyeye ber bi aliyê xwe ve bikşîne û bi wan re êrîşekê plan bike. Ji xwe ev civîn jî li Dîlokê hatin lidaristin.

LI ŞÛNA ÎSLAMÊ, ŞAM

Piştî u ev plan bicih nehatin, lêgerîna çareseriyê ya hêzên navneteweyî bi hewldanên avakirina hêzeek karibin di çareseriyê de esas bigirin, dewam kir. Lewma komên beriya Artêşa Azad a Sûriyeyê bûn dûre navê xwe kirin Eniya Îslamî, di vê demê de navê xwe careke din guhertin û kirin Eniya Şamê. Bi vê guhertinê re xwestin rêveberiya Şamê jî tevlî lêgerînên çareseriyê bikin.

Kurd, ji ber ku alîgirê çareseriyeke ji hemû gel, çand, bindest û baweriyane, ket nava lêgerîna têkiliyê bi van koman re. Ji ber vê yekê, berî çend rojan di navbera YPG û Eniya Şamê de, li ser hin herêman ku hev du nas dikin, peymanek hat çêkirin. Derdorên ku dixwazin rejîmê û yên bi rejîmê re hevkariyê dikin êrîşî Efrînê bikin, vê carê li ser vê peymanê spekulasyon afirandin. Bi vê spekulasyonê re xwestin, vê carê rejîma Baas a Sûriyeyê bi ser Kurdan ve dehf bide. Ev spekulasyon û plana qirêj jî hat kifşkirin. Çarçove, armanca û naveroka peymanê, di demeke kurt de ji raya giştî re hat aşkerakirin. Bi vê yekê re, hêzên ku mîna li hemberî hev in xwe nîşan didan lê di rastiyê de hevalbendê hev in, vê carê ketin nava pêngaveke nû.

REJÎMÊ BERÊ XWE DA ENIYA ŞAMÊ

Pêngava vê carê beriya sê rojan li derdora Helebê, ji aliyê rejîma Baasê ve hat destpêkirin. Di hedefa xwe de jî qadên di bin kontrola Eniya Şamê de heye. Ev sê roj in ev pêngav dewam dike. Di pevçûnên li gundên Herdet Tînen, Rîtyan, Mehreztê yên di navbera Heleb û Nûbûl Zehra de, gelek mirî hene. Ne diyare ku pevçûn wê hînê çiqasî dewam bike. Lê belê tiştek tê zanîn, ew jî; herêmên rejîma Baasê êrîş dike ne yên DAIŞ'ê ne jî yên Nûsra ne, cihên di bin kontrola Eniya Şamê de ne. Nûsra ya ku bingeha êrîşê ye, di rewşa temaşevan de ye.

GELO PARÇEYEK JI PLANÊ YE?

Pêvajoya nû ya bi plana De Mîstûra ya ji bo paqijkirina Helebê ji şer destpê kir, bi êrîşên Nûsra û rejîmê yên li hemberî hin koman, -ku gava firsendê dibînin li hemberî Kurdan- bi êrîşan dewam dike. Ev êrîşên ku piştî plana paqijkirina ji şer destpê kirin, ne diyare ku wê ber bi ku ve biçe. Êrîş û şerê piştî aşkerabûna plan destpê kirin, gelo parçeyek ji plan e?