Li Denîzliyê xwendekarên kurd rastî êrîşê nîjadpestan hatin
Li Denîzliyê xwendekarên kurd rastî êrîşê nîjadpestan hatin
Li Denîzliyê xwendekarên kurd rastî êrîşê nîjadpestan hatin
Xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Denîzliyê dixwînin, li ber çavên polîsan rastî êrîşa ulkucuyan hatin.
3 xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Pamukkale ya Denîzliyê dixwînin rastî êrîşa çekdraî hatin. 3 xwendekarên kurd li pêş Yurda KYK'ê li pêş çavê xwendekaran rastî êrîşa çekdarî hatin. Piştî xwendekaran hevalên xwe agahdar kirin, polîs bi 7 maşîneyan hatin cihê bûyere. Hat zanîn kesên di 3 maşîneyên sivîl ên di nava polisan de ketober li derdora xwe gule reşandin. Komê neheqî li xwendekarên kurd kirin û gule li ser wan reşandin. Êrîş li ber çavên polîsan pêk hat.
Piştî xwendekarên kurd rastî êrîşê hatin hatin binçavkirin û birin Qereqola Polîsan. Polîsan piştî îfadeya xwendekarên kurd girtin serbest berdan.