Li Denîzliyê polîs sîxurtiyê li ser xwendekarên Kurd ferz dikin
Li Denîzliyê polîs sîxurtiyê li ser xwendekarên Kurd ferz dikin
Li Denîzliyê polîs sîxurtiyê li ser xwendekarên Kurd ferz dikin
Zexta polîsan a li hemberî xwendekarên di zanîngehan de dixwînin her diçe zêdetir dibe. Li Zanîngeha Denîzlî ku beriya niha jî bi erîşên faşîst û polîsan ên li hemberî xwendekarên Kurd ketibû rojevê niha jî bi zexta ferzkirina sîxurtiyê di rojevê de ye. Xwendekarên Kurd: A. D, G.B û Z.A, gotin polîs her kêlî wan dişopîne û teklîfa sîxurtiyê li wan dike.
Xwendekarên bi navê A.D, G.B, û Z.A, destnîşankirin ku polîsên sivîl ên girêdayî Muduriyeta Emniyetê ya Denîzlî li wan digerin, xwe bi navên cuda didin naskirin û paşê ji bo sîxurtiyê zextan li wan dikin. Xwendekaran bal kişandin ser pêkutî û kiryarên di van rojên dawî de û xwestin raya giştî di vê mijarê de hişyar be
'BI ME RE TEVBIGERIN EM Ê MESREFÊN WE BIDIN WE'
Xwendekar A.D, G.B, û ZA dan xuyakirin ku ev hefteyeke bi awayekî zêde polîs zextan li wan dikin û gotin, “Polîs timî li me digerin û dibêjin: ‘Hûn hîn ciwan in, hûn zû tên xapandin. Hin kes li ser navên Kurdan çalakiyan li zanîngehan dikin û we dixapînin. Ji wan bawer nekin.”
Xwendekarên Kurd radigihînin ku, polîs ji wan re dibêjin “Werin li gel me bixebitin. Hûn dibistanê jî nekin pirsgirêk, em dê hemû pirsgirêkên we pêşwazî bikin.” Xwendekaran anî ziman ku “Polîs sîxurtiyê li ser me ferz dikin.”
Ji xwendekaran A.D destnîşan kir ku, polîs ji wan re dibêjin, ger hûn di derbarê xwendekarên Kurd de agahiyan bidin me em dê hemû lêçûnên dibistanê pêşwazî bikin û ev tişt anîn ziman: “Polîsan gotin, em dê alîkariyê bidin te. Em dê ji te re bûrsê eyar bikin. Ger çênebû, em dê pere bidin te. Weke dewlet em dê hertim li pişt te bin. Netenê aborî, em dê hemû cûre alîkariyan bidin te.”
A.D diyarkir ku, polîsan ji wî re got, dema dibistan xilas jî bû ew dê alîkariyê bidin û wiha berdewam kir: “Min jî ji wan re got, we çima ez hilbijartim, wan jî ji min re got ‘Tu li gel komên cûda hevaltiyê dikî’. Min bertek nîşanî wan da û got, ez xwendekarim û erka min jî wane şixûlîne.”
A.D bilêv kir ku, polîsan ji wî re got tu dê bûyerên li dibistanê diqewimin û çalakiyên ku çêbibin îxbar bikî. A.D ev tişt gotin: “Polîsan got, ‘hûn bi van agahiyên bidin hem alîkariyê didin xwe, hem jî didin hevalên xwe’. Piştre ji min xwest ku eger tengaviyek ya yekê hebe ji me re bêje.”
A.D da diyarkirin ku, teklîfa sîxurtiyê ya polîsan kir redkir û gef lê xwarin ku, ev tiştên gotine ji tu kesê re nebêje.