Li Denîzlî û Kirşehîrê 6 kes hatin girtin

Li Denîzliyê ji 17 HDP’iyên hatin binçavkirin, 5 hatin girtin. Li Kirşehîrê jî ji 6 kesên hatin binçavkirin,M.G bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hate girtin.

Li Denîzliyê ji 17 HDP’iyên hatin binçavkirin, 5 hatin girtin. Li Kirşehîrê jî ji 6 kesên hatin binçavkirin,M.G bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hate girtin.

DENÎZLÎ

Ji 17 kesên ku li taxên Gumuşler, Esentepe û Yeşîlyûrt ê Denîzlîyê di serdegirtinên malan ên 15’ê Adarê de hatibûn binçavkirin, 9 duh êvarî piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin, 5 jî ji aliyê dadgehê hatin girtin. Îro jî 9 kesên karên wan ên li emniyetê bi dawî bûn derxistin edliyeyê. Yûnûs Ergul, Ahmet Kaya, Serhat Çark, Dîlan Demîr, Rahmî Orak ên ji dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, şandin Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê. Bi yên îro hatin girtin re li Denîzliyê hejmara kesên hatin girtin gihişt 10’an.

KIRŞEHÎR

Ji 6 kesên ku duh di operasyonên qirkirina siyasî yên li Kirşehîrê de hatin binçavkirin, xwendekarê bi navê M.G. bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hate girtin. Piştî karên li emniyetê, 6 kesên ku endamên HDP’ê jî di nav de ne anîn edliyeyê. Piştî îfadeyên dozgeriyê, ji 6 kesên ku bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” sewqî dadgehê hatin kirin, 5 bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, xwendekarê bi navê M.G jî girtin û şandin girtîgehê.