Li Den Haagê ji bo Hefteya Lehengiyê civîn

Li Den Haagê ji bo Hefteya Lehengiyê civîn

Li bajarê Hollanda Den Haagê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ civînek hate lidarxistin. Di civîna ku ciwan beşdar bûn de pêşketinên dawî û rola û mîsyona ciwanan hate nirxandin.

Nunerê Tevgera Ciwanên Kurd ên Hollandayê axaftinek kir û bal kişand ku di dîroka PKK’ê de her carê leheng derdikevin holê û bal kişand ku ev leheng di demên awerte de derdikevin holê. Her wiha got: “21’ê adara 1982 Malzûm Dogan li Amedê agir berda bedena xwe û hefteya lehengiyê da destpêkirin.”

Her wiha destnîşan kir ku ev çalakiya Malzûm Dogan bi awayeke zanebûn di dema Newrozê de pêk hat û got: “Bi vî awayî wateyeke din li girîngiya roja Newrozê zêde bû.”

Ciwanan di civînê de bal kişand ser pêvajoya aşitiyê ya ku bi nameya Rêberê Gelê Kurd a ku 21’ê adarê li Amedê hate xwendin û gotin: “Êdî tê dîtin ku tehemûla rêbertiyê ji tu mirinan re nemaye û dixwaze ji bo aşitiyê gav bên avêtin.”