Li paytextê Fransa Parîsê 9’ê Çileyê di encama sûîqestekê de Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan, endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez û ji sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz hatin qetilkirin, li bajarê Den Haag yê Hollandayê sersaxî tên qebûlkirin.
Ji bo ji sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz îro ji demjimêrên sibehê ve sersaxî tê qebûlkirin. Birayê CAnsiz Metîn Cansiz li Komeleya Karkarên Kurd ya li bajarê Den Haag yê Hollandayê sersaxiyan qebûl dike. Sersaxiya ku ji demjimêr 10.00’an ve destpêkirin, Kurdistanî diherikin mala şînê.
Li komeleyê quncikek bi wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hate xemilandin û her wiha lênivîsek hatiye danîn ku, kesên tên hest û fikrên xwe lê binîvîsin.
Birayê Cansizê Metîn Cansiz ku 9’ê Çileyê li Parîsê li gel Cansizê, Fîdan û Leyla jî hatibûn qetilkirin, li ser navê malbata wan jî sersaxiyê qebûl dike. Mala şînê dê heya sibe şevê berdewam bike.