Çalakiya konê agahdarkirinê ya li bajarê Den Haag ê Hollandayê roja Sêşemê saet di 13:00 de dest pê kir.
Çalakî wê sê rojan dewam bike. Di roja destpêkê de Hevserokê DEM-NED'ê Huseyîn Yildiz daxuyanî da û êrişên li ser tevgera azadiyê ya Kurdistanê şermezar kir.
Yildiz got, "Di bin çavdêrî û teşwîqa DYE'yê de peymana ku PDK'ê û rêveberiya navendî ya Iraqê li ser Şengalê çêkirin, nayê qebûlkirin."
Yildiz xwest xweserî û hêza xweparastinê ya Şengalê bê naskirin û cezayê darvekirinê yê ku dadgeriya Hewlêrê li du ciwanên Kurd biriye şermezar kir.
Yildiz got, "Welatparêzên Kurd ên ku gefa darvekirinê li ser wan heye divê tavilê bê berdan ku ev yek wê helwesteke bi exlaq û adîl be."
Yildiz rexneyên tund li PDK'ê kir û got, "Divê PDK di nava saziyên Kurd û berxwedêrên Kurdistanê de tevbigere. Divê têkiliyê bi dijminê gelê Kurd re danîne. Rewşa ku gefê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwe divê biterikîne. Divê xwe vekişîne herêma xwe."
Roja destpêkê ya çalakiyê bi qîrîna dirûşman, sirûdên şoreşê û gerandina govendê bi dawî bû.
Çalakî wê îro û roja Pêncşemê li heman cihî dewam bike.