Li Den Haagê çalakiya edaletê

Li Den Haagê çalakiya edaletê

Jinên Kurd ên li bajarê Den Haag yê Holandayê hatin gel hev, weke her roja Çarşem li ber konsolosa Fransayê ji bo ronîkirina komkujiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakî li darxistin. Jinan di çalakiyê de bûyerên tecawizê ên van salên dawiyê li Tirkiyeyê bûne polîtîkaya dewletê şermezar kirin.

Jinan destnîşan kir ku, li rexmî 7 meh li ser komkujiyê re derbazbûn jî hêjan rayedarên Fransî daxuyaniyekî bûyerê ronî bike nedaye û anîn ziman ku ew vê rewşê bi ti awayî qebûl nakin û dê şopdarê vê bin.

Di çalakiyê de jinan li gel posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez pankartên “Yê tecawizkaran biparêze hevkarê tecawizê ye”, “azadiya jinê azadiya civakê ye”, “zarok objeyên seksê nînin” vekirin û balkişandin ser bûyerên dawî ên tacîz û tecawizên li Tirkiyeyê.

Jinan di çalakiyê de di danezana ku xwendî de dan zanîn ku, bi salan tacîz û tecawiz  weke amûrekê dîlgirtinê û zextê li ser tekoşîna jinê û tevgera azadiya Kurd hatiye bikaranîn, ew êdî dê destûrê nedin vê û çavê xwe lê negirin.

Meclisa Jinan ya Den Haagê ku ev çalakî bidawî kir, piştî wê li navenda bajar stand vekirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze komkirin. Dayîkên ciwan ên di himbêza wan de zarokên wan ên nû ji dayîkbûyî tevlî çalakiyê bûn û xelkê derdor eleqeyek mezin nîşandan. Nêzî du demjimêrên çalakiyê 500 îmze hatin berhev kirin.