Li DEM Partiyê serdanên ji bo cejnê

Bi wesîleya cejnê şandeyên CHP û Partiya Gelecek serdana DEM Partiyê kirin. Di serdanan de ji bo demokratîkbûnê peyam hatin dayin.

Di çarçoveya serdanên cejnê de yên partiyên siyasî, şandeyên Partiya Gelecek û CHP'ê serdana DEM Partiyê kirin. Piştî nîvro jî wê şandeyên Partiya Saadetê û Partiya DEVA serdana DEM Partiyê bikin.

Şandeyên ku hatin navenda giştî ji aliyê Alîkarê Hevserokên Giştî Ozturk Turkdogan, Parlamentera Amedê Ceylan Akça, endamê Meclîsa Partiyê Îhsan Seylan ve hatin pêşwazîkirin. Bi navê Partiya Gelecek endamê Desteya Rêveberiyê û Parlamenterê Konyayê Hasan Ekîcî, Alîkara Serokê Serokatiya Ragihandinê Nazli Ustun di şandeyê de hebûn.

Hasan Ekîcî anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke demokrasiyê ya cidî heye û got, "Li her qadê pirsgirêkeke demokrasiyê ya cidî heye. Nebûna demokrasiyê zerarê dide her kesî."

Ozturk Turkdogan jî got, "Em hêvîdar in ku ev pêvajoya nû wê tevkariyê li aştiya navxweyî ya li Trkiyeyê bike."

'GEL PEYAMA DEMOKRATÎKBÛN Û AŞTIYÊ DA'

Bi navê CHP'ê jî Alîkarê Serokê Giştî Volkan Demîr, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Baskê Jinan Armagan Akyuz, Endamê Desteya Rêveberiya Nvaendî ya Baskên Ciwanan Batûhan Cakcak serdana DEM Partiyê kirin.

Volkan Demîr got, "Piştî hilbijartinê bihar hat welatê me" û bal kişand ser girîngiya mayindekirina vê yekê.

Turkdogan jî got, "Hilbijartinên 31'ê Adarê peyameke xurt a demokratîkbûnê da. Peyama misogerkirina aştiyeke navxweyî ya xurt da. Li dijî her cûre rêveberiyên otorîter peyama demokratîkbûnê da."

Demîr ê CHP'yî jî got, "Ji bo her kesên li vî welatî bi rengekî azad û wekhev bijîn çi ji destê me tê em ê bikin."