Meclîsa Jinê ya Sêvê ya li Danîmarkayê bi komîteya “Niha Dema Aştiyê ye” meşa aştiyê li dar xist. Meşa li Qada Sankt Hans a li semta Nørrebro ya Kopenhagê destpê kir, di dawiya rojê de li heman cihî bi dawî bû.
ANF
KOPENHAG
în, 6 gulanê 2016, 15:27
Meclîsa Jinê ya Sêvê ya li Danîmarkayê bi komîteya “Niha Dema Aştiyê ye” meşa aştiyê li dar xist. Meşa li Qada Sankt Hans a li semta Nørrebro ya Kopenhagê destpê kir, di dawiya rojê de li heman cihî bi dawî bû.
Komîteya “Niha Dema Aştiyê ye” tevî Meclîsa Jinê ya Sêvê ya li Danîmarka û bi deh rêxistinên dijî şer re meş li dar xist, jinên Kurd ji bo zarok li rêya destpêka meşê daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman jî standek vekirin.
Zarokan bi boyaxa li destê xwe ve pankarta “Em bi siberojek li ser aştî û piştevaniyê tê avakirin bawer dikin” îmze kirin.
Di domahiya meşê de li hin nuqteyan alên aştiyê, keştiyên aştiyê, leşkerên aştiyê û ji bo xwezayê aşê bayî Sbşbç Her wiha ji serokwezîrê Danîmarka re nameya aştiyê û wêneyên wezareta guncaniyê jî li ser gihayan hate danîn.