Li Creil û Montpellierê komplo hate şermezar kirin
Li Creil û Montpellierê komplo hate şermezar kirin
Li Creil û Montpellierê komplo hate şermezar kirin
Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Fransa Montpellier û Creilê hate şermezarkirin.
Zêdetirî 200 kesên ku tevlî meşa li Creilê bûn, komploya navnetewî şermezarkirin û şoreşa Rojava silav kirin. Li gel pankarta ku komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat şermezarkirin, posterên Ocalan û alên PYD’ê hilgirtin.
Meşa bisloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bican bixwîn em bi te re ne ey Serok” bênavber hatin qîrkirin pêkhat, li ber Şaredariya Creilê destpê kir. Meşa ku Şaredarê Creilê jî tevlîbû, li ser rê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê destpê kir.
Dimeşê de helwesta hikumeta Fransa ya piştgiriyê dide çeteyên li Rojava li dijî gelê Kurd şer dikin şermezar kir. Piştî meşê mitîng pêkhat û li ser komîteya amadekar Raîf Baran axivî.
Baran anî ziman ku, Komploya Navnetewî ne li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî gelê Kurd û tekoşînê hatiye kirin û got: “Rêber Apo hinceta hebûna Kurdan û têkoşînê ye. Ji ber vê çendê ev komplo li dijî Rêber Apo pêkhatiye.”
Baran destnîşan kir ku, komplo negiha armanca xwe û da zanîn ku, çi hêz li hemberî felsefeya Ocalan, xeta leşkerî ya gerîla û têkoşîna gelê Kurd bisernakeve.”
Baran balkişande ser bûyerên li Rojava jî û got: “Rojava herêmeke ku Rêber Apo 23 salan lê ked daye û bi fikir û ramanê Rêber Apo tevger dike.” Baran bilêv kir ku, şoreşa Rojava serkeftina gelê Kurde û ji ber vê jî pêwîste li hember wê şiyarbin û fedekariyê bikin. Baran sersaxî ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî xwest û piştî axaftinê, mitîng bi rêzgirtinê bidawî bû.
Meşa ku li bajarê Montpellier yê Fransayê ji aliyê meclisa gel û Mala Kurdan ve pêkhat, komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin û xwedî li şoreşa Rojava derketin.
Meşa ku ji Mala Kurdan heya Qada Comedie pêkhat, ji gel Kurdistaniyan sosyalîstên Tirkiyeyî jî beşdar bûn.
Bidirêjahiya meşê sloganên “Bimire komploya navnetewî”, “şoreşa Rojava dê ji faşîzmê re bibe gor” qîr kirin.