Li Colemêrgê ji ber îstîsmara zayendî 11 kes li edliyê ne
Li Colemêrgê ji ber îstîsmara zayendî 11 kes li edliyê ne
Li Colemêrgê ji ber îstîsmara zayendî 11 kes li edliyê ne
Li Zanîngeha Colemêrgê, 11 kesên ku di nav de hîndekar û xwendekar hene û bi îdîaya di berdêla notan de îstîsmara zayendî li xwendekarên jin dikirin hatin binçavkirin, li dû kar û barên li emniyetê sewqî edliyê hatin kirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li ser gilîkirinê ekîbên Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Colemêrgê bi îdîaya "di berdêla notan de îstîsmara zayendî" 11 kesên di nav de hîndekar û xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê hebûn kirin binçavkan û piştî lêpirsînê radestî edliyê kirin.
Mudurê Emniyetê yê li Bajarê Colemêrgê Tûfan Erguder der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku li ser gilîkirinê beriya 3 rojan operasyon dane destpêkirin, li gel hîndekar û xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê 15 kes kirine binçavan, 4 jê hatine berdan û 11 jê jî îro radestî edliyê hatine kirin. Erguder da xuyakirin ku wê bi rêya Walîtiyê der barê mijarê de daxuyaniyek were dayîn.