Li Colemêrgê êrişa hewayî

Li Colemêrgê êrişa hewayî

Li navçeya Colemêrg Geverê, hin qadên Oremarê bi topan û herêma Gare jî bi balafirên şer tên bombekirin.

Der heqê êrişan de Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê (NÇR-HPG) daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 17'ê Gulanê saet di navbera 16.00 û 17.00'an de li navçeya Colemêrg Geverê, artêşa Tirk bi top û obusan girên Şehîd Karker, Şehîd Gafûr ên Oremarê topbaran kiriye."

NÇR-HPG her weha diyar kir ku heman rojê saet di navbera 12.00 û 12.30 de qada Gare ya Colemêrgê ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin û hat got, "Ev sê rojin li ser Cîlo yê biçûk, Samûray û Gare ya Mezin, balafirên keşfê gelekî difirin."