Li Colemêrgê Çawişê Pispor întîhar kir
Li Colemêrgê Çawişê Pispor întîhar kir
Li Colemêrgê Çawişê Pispor întîhar kir
Çawişê Pispor Regaîp Sel yê 26 salî ku li Colemêrgê di artêşa Tirk de weke leşkerê bi pere dixebite, li Enqereyê di mêvanxaneya lê dima întîhar kir.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Çawişê Pispor Sel yê 26 salî piştî ku leşkertiya xwe xilas kir di nava artêşa Tirk de weke leşkerê bipere dest bi xebatê kir û 2 sal bû li Colemêrgê dima.
Selê ji bo 15 rojan ji yekîneya xwe destûr girt li Enqereyê dima, li mêvanxaneya çawişên pispor lê dimînin bicih bû û li wir xwe întîhar kir. Sel îro dê li memleketê xwe Kutahyayê bê defin kirin.