Li Cizîrê cenazeyê Nûrettîn Yilmaz hate veşartin
Cenazeyê parlementerê berê Nûrettîn Yilmaz li Cizîrê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê parlementerê berê Nûrettîn Yilmaz li Cizîrê bi merasîmekê hate veşartin.
Parlementerê berê yê CHP'ê yê Mêrdînê Nûrettîn Yilmaz ev demek bû li Enqereyê di nexweşxaneyeke taybet de tedawî didît, duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yilmaz li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi merasîmekê hate veşartin.
XIZM Û HDP’YÎ BEŞDARÊ MERASÎMA CENAZE BÛN
Cenazeyê Yilmaz li Balefirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê ji aliyê xizm û HDP’yiyan ve hate pêşwazî kirin. Cenazeyê Yilmaz li goristana Cizîrê hate veşartin. Parlementera HDP’ê a Şirnexê Aycan Îrmez namzetên HDP’ê û gelek rêveberên bajar û navçeyê beşdarê merasîmê bûn.
Piştê wacibên olî xizmên Yilmaz li Mizgefta Ulu Camiyê sersaxî qebul kirin.
DI GIRTÎGEHA AMEDÊ DE MAYE
Nûrettîn Yilmaz di sala 1938’an li Cizîrê ji dayîk bûye, di sala 1973’an de bû parlementerê CHP’ê. Di sala 1977’an de wek parlementerekî serbixwe li Mêrdînê çû meclîsê. Di dema derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê dema ku parlementerê Mêrdînê bû, di Girtîgeha Amedê de bi Ahmet Turk re 3 salan bi hev re mane.