Li çiyayê Kurdistanê bernameya 25’ê Mijdarê
Li çiyayê Kurdistanê bernameya 25’ê Mijdarê
Li çiyayê Kurdistanê bernameya 25’ê Mijdarê
Bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinê li Herêmên Parastinê yên Medya bernameyek hat lidarxistin. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku 25’ê Mijdarê di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê de sembolîk e, lê rojek girîng e û wiha got: “Artêşbûna jinê, temînata azadî û hebûna jinê ye."
Di bernameya ku bi sedan gerîlayên jin hatin cem hev, endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta axaftinek kir. Avesta di axaftin xwe ya ku saetekê berdewam kir de got, "25’ê Mijarê ji bo ji şîdeta li ser jinê re bêjin êdî bes e, rojek sembolîk e."
Avesta çîroka xwişkên Mîrabel ku di 25’ê Mijdarê de li Komara Domînîk hatin qetilkirin vegot û wiha berdewam kir: “Heta îro ev rojek sembolîk be jî em wateya vê rojê dizanin. Êşa wê jî em dijîn. Ti kes wek me di bin bandora şîdetê de nemaye. Êşa me gelek nû ye û hê jî li Kurdistanê keçên ciwan li dijî faşîzm û şîdeta mêr têdikoşin û her roj canek dikeve axê.”
ŞENGAL DARBEYA HERÎ MEZIN A LI JINÊ KETIYE
Avesta wiha berdewam kir: “Li Komara Domînîk 3 xwişkên hev hatin qetikirin. Di roja me ya îro de li Şengalê ji heman malbatê 12-15 kes tên qetirkirin. Ti exlaq, zîhniyet, wijdan, ruh vê nikare qebûl bike. Zîhniyeta ku ev pêk aniye encama heman nêzîkatiya faşîzan e ye. Komkujiya li Şengalê pêk hatiye darbeya herî mezin a di sedsala 21’ê de li jinê hatiye xistin."
Avesta wiha berdewam kir: “Bi êrîşa Şengalê re hatiye xwestin ku çand û baweriyek bê tunekirin. Şengal bi zanebûn hedef hatiye girtin. Lê li dijî vê bi deh hezaran kes derketine Çiyayê Şengalê û li ber xwe dane, êşa Şengalê hîs kirine, têkoşiyane û ev jî tê wateya ku ev plan vala derxistin.”
BERXWDANA KOBANÊ TOLHILDANA ŞENGALÊ YE
Avesta anî ziman ku berxwedana li Kobanê tê dayîn tolgirtina Şengalê ye û got: “Li Bakurê Kurdistanê di 6-8’ê Cotmehê de serhildanên mezin pêk hatin û li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî serhildanên ku derketin holê, ji bo ku stratejiyeke nû ya Şengalê neyê jiyîn, tevgereke tolgirtinê ya pêk hatiye.”
ARÎN MÎRXAN XWE DI XELEKA ZILMÊ DE TEQAND
Avesta di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd li her cihê ku dijî êşa civakî ya mezin bi berxwedanên mezin pêşwazî dike, hemû lîstikan xera dike. Avesta wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet di berxwedana Kobanê de berxwedana ku Arîn Mîrxan nîşan daye. Ger ku hevala Arîn ev êş ji kurahî hîs nekiriba nedibû xwedî çalakiyek ewqas mezin. Hevala Arîn xwe li têkoşîna ruhê fedayî yê Apoyî pêça û xwe di xeleka zilmê de teqand.
PKK ROJHILATA NAVÎN BI HEQÎQETÊ RE JI NÛ VE TÎNE CEM HEV
Avesta destnîşan kir ku li ser axa Mezopotamyayê bi hezaran salan jiyanek li gorî wekheviya jin û mêr pêk hat û ev jiyana komunal û azadîxwaz, ji aliyê gelê Kurd û mirovahiyê wek pîroz hesiband. Avesta got: “Bi pergala dewletbûnê re ev pergala wekheviyê hat hilweşandin û pergala mêtinger ya bi xof hat avakirin. Ev pîroziya ku tune hatiye hesibandin îro bi berxwedana me carek din hatiye înaşkirn. PKK bi têkoşîna ku dimeşîne îro heqîqeta ku li Rojhilata Navîn hatiye tunekirin ji nû ve derdixe holê. Îro encamên vê di Şoreşa Rojava de tê dîtin."
ARTÊŞBÛNA JINÊ TEMÎNATA AZADIYÊ YE
Avesta diyar kir PKK tevgereke ku bi pêşengiya jinê hatiye pêşxistinê û tiştên îro li Şengal û Kobanê tên jiyîn vê rastiyê careke din derdixe holê û got: “Tevgera Azadiya Jinan ya ku 21 sal berê li çiyayê Kurdistanê bû artêş, ji aliyê gelek derdoran ve bi balkêşî dihat pêşwazîkirin. Îro baştir tê fêmkirin ku ev pêngava 21 sal berê hatiye avêtin çiqas girîng e. Artêşabûna jinê ya li çiyayê Kurdistanê pêş ket îro ji bo azadî û hebûna jinê rastiyekê îfade dike. Ji çiyayan heta bajaran belav bûye û cîhan bi eleqeyek mezin nîşan dide.
Avesta di dawiya axaftina xwe de got: “hemû jinên ku azadî û demokrasiyê dixwazin divê bizanin ku YJA-STAR û YPJ wek hêza parastinê ya jinê wê hebûna xwe biparêze. Hevala Zîlan, Bêrîtan, Viyan û Arîn ku xeta azadiyê bi wan re şênber bû, di xeta ku xêz kirine de em ê bibin garantorê azadiya jinê.”