Li Cisir El-Şiyûxa, rejîm û çeteyên El Nûsra bi hev ketin

Li herêma Cisir El-Şiyûx a Idlibê di navbera hêzên rejîmê û çekdarên mûxalefetê de şer derket.

Li herêma Cisir El-Şiyûx a Idlibê di navbera hêzên rejîmê û çekdarên mûxalefetê de şer derket.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li derdora gundê Firykê yê Cisir El-Şixûr ê Idlibê, di navber çeteyên Cebhet El-Nusra û hêzên rejîmê û alîgirên wan şer derket. Balafirên rejîmê jî herêmên şer bi dijwarî bombebaran dikin.

Têkildarî mijarê de Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a navenda wê li Londonê ye diyar kir ku li ser benda kontrolê ya Elawîn a li nêzî gundê Ferkê yê girêdayî Cisir El-Şixûr di navbera çeteyên El Nûsra û hêzên rejîmê bi piştgiriya çekdarên Huzb El-Elah û çekdarên Şîa yên ji Iraqê de şer derket. Rêxistinê bê ku hejmareke zelal bide got ku kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûne. Di heman demê de got ku balafirên rejîmê li herêma Meret Nûman a nêzî heman cihî bombebaran kirine. Der barê encamê de ti agahî nehat dayîn.