Li Çinarê ji bo 3 PKK’iyan sersaxî tên qebûlkirin

Li Çinarê ji bo 3 PKK’iyan sersaxî tên qebûlkirin

Li Çinar a Amedê ji bo sê PKK’iyên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û nasnameya wan nû hatiye aşkerakirin malbatên wan cihê sersaziyê vekirin.

Komîteya Şehîdên PKK’ê  nasnameya sê PKK’iyên ji Çinara Amedê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn yên bi navê Abdulkerîm Topval (Serhildan), Aydin Yun  (Zinar) û Mîdat Baran (Serhat) aşkera kiribû. Piştî vê malbatên Yun, Baran û Topval cihê sersaxiyê vekirin.

Malbata Baran li gundê Xanika Jêr sersaziyan qebûl dikin, ya Yun û Topval jî li Çinarê li Mala Şînê ya Yenî Mahaleyê qebûl dikin.