Li cîhan û Ewropayê çalakiyên ji bo ‘Efrînê’

Li cîhan û Ewropayê çalakiyên ji bo ‘Efrînê’ didomin. Li Toronto, Munîh û Madrîdê çalakiyên girseyî hate lidarxistin.

Di çalakiyan de dewleta Tirk û hêzên li dijî komkujiyan bêdeng dimînin, hatin şermezarkirin.

TORONTO

Endamên Komeleya Kurd a Toronto û Federasyona Demokratîk a Kurd ya Kanadayê, bi Serokê Partiya Mûhafazakar Andrews Scheer ji bo Efrînê hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina li Torontoyê Hevserokê Federasyona Demokratîk a Kurd ya Kanadayê Gürkan Ormangören bal kişand ser sivîlên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatine kuştin û got ku nexweşxane jî dibe hedef. Di hevdîtinê de daxwaz ji endamên Partiya Mûhafazakar hate kirin ku vê bînin rojeva parlamentoyê û hate gotin bêdengî tê wateya hevkariya sûc.

Serokê Partiya Mûhazafakar Andrew Scheer jî got ew bi mirinên sivîlan yên li Efrînê bi fikar in û weke partî wê xebatên têkildarî Efrînê bikin.

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê li ser banga Komîteya Piştevaniya Efrînê, komkujiyên li Efrînê hate protestokirin. Endamên meclîsa şaredariyê, SARA-Jin, Navenda Civaka Kurd, Komên Antîfaşîst, Koma Ciwanên Çepgir, Die Linke, DÎDF, MLPD, Birgitte Wolf, DKP beşdarî çalakiyê bûn.

Di axaftinên di çalakiyê de hate kirin de, dewleta Tirk hate şermezakirin û sûcên dewleta Tirk hate teşhîr kirin.

MADRÎD

Li paytexta Îspanya Madrîdê bi armanca piştevaniya Efrînê ji aliyê komunîstên Îspanyolî û Kurdistaniyan ve li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê çalakî hate lidarxistin. Zêdetirî 200 kes beşdarî mîtîngê bûn û dirûşmeyên ‘Terorîst Pûtîn’ , ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Efrîn ne bi tenê ye’ hate berzkirin.

Ji Komîteya Piştevaniya Efrînê 2 kes bi berpirsên sefaretxaneyê re civiyan. Berpirsyan gotin “Tiştên ji destê wan were wê bikin û fikarên gelên Kurd wê bigihînin Wezareta Karê Derve.”