Li Çewlikê serokê Şaredariyê di navde ji AKP’ê îstifaya girseyî

Li Çewlikê serokê Şaredariyê di navde ji AKP’ê îstifaya girseyî

Serokê Şaredariya Çewlikê yê AKP’ê Serdar Serdar Atalay, Serokê Bajarê Çewlikê Cevdet Çalbay û 15 rêveberên bajêr pêş hilbijartinên herêmî bi girseyî îstifa kirin. Li Serokatiya Bajarê Elazixê ya AKP’ê ji 4 navendan daxaza îstifayê kirine.

Serokê Şaredariya Çewlikê Serdar Serdar Atalay pêş hilbijartinên 30’ê Adarê ragehand ku ji partiya xwe AKP’ê îstifa kiriye. Li gel Atalay Serokê Bajêrê Çewlikê yê AKP’ê Cevdet Çalbay û 15 rêveberên bajêr bi gistî îstifaya xwe pêşkêş kirin.

Atalay, Çalbay û rêveberên ku îstifa kirin, di daxuyaniya çapemeniyê ku li Parqa Şehîdan pêk anîn sedemên îstifaya xwe rêz kirin. Atalay wiha got: “Li rexmê hilbijartina min ji ber sedemê hewildanên AKP’ê ku li Çewlikê di nava lêgerîna namzet deye min ji partiyê îstifa kir.”

Serokê Şaredariya Bajarê Çewlikê yê AKP’ê Cevdet Çalbay ku serokatiya şaredariyê kiriye  û ji ber sedema “neheqiyê” îstifa xwe û rêveberiya xwe ragehand. Çalbay wiha got: “Di rastiyê de min ne dixwest hewildanekî wiha bikim. Niha bêtirînê hevalên min îstifa kirine. Ez jî neçarim ku îstifa bikim. Ji bo pêşî vekirina partiya xwe û rêveberiya ku nû were hilbijartin ez îstifa dikim.”

Çalbay ku nerazîbûnên xwe yên li hember dersxaneyan jî weke hînceta îstifayê nîşa da wiha got: “Ger ez îstifa nekem ji vê saetê şûnda nikarim teşkîlatê çêbikim. Ez nikarim ji hevalên xwe îqna bibim. Pêş ku namzet bê eşkere kirin nerazîbûnên gelê min li pêş dersxaneyan jî hene. Dema ku namzet hate eşkere kirin nerazîbûna li hemberî namzet jî li gel ya dersxaneyan bibe yek encamekî wiha derket.”

Li gel Atalay û Çalbay 15 rêveberên ku ji APK’ê îstifa kirin daxaznameyên xwe radestî Navenda Giştî a AKP’ê kirin.

Di vê navberê de li Çewlikê piştî îstifayan Serokê Bajarê Elazixê yê AKP’ê Agin, Sevrice, Baskil û Alacakaya rêveberên van navçeyan bi nivîsandina daxwaznameyekê , îstifaya xwe xwestine.