Li Cenevre û Saarbruckenê bîranîna cangoriyan
Li Cenevre û Saarbruckenê bîranîna cangoriyan
Li Cenevre û Saarbruckenê bîranîna cangoriyan
Mûhammed Şik ê li nav refên YPG'ê di şer de jiyana xwe ji dest da li bajarê Swîsre Cenevreyê, cangoriyên dema destpêkê ya tevgera Kurd Ramazan Gezgîncî û Beşîr Aksoy jî li bajarê Elmanya Saarbruckenê hatin bîranîn.
SAARBRUCKEN
Ji bo bîranîna Ramazan Gezgîncî (Celal Xoce) ê di sala 1987'an de jiyana xwe ji dest da û Beşîr Aksoy ê di sala 1982'an de li Çemê Hêzilê jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbruckenê, mewlûd hat dayîn.
Beriya mewlûdê hevsera Ramazan Gezgîncî Şerîfe Gezgîncî axivî û bibîr xist ku hevserê wê di Cotmeha sala 1987'an de jiyana xwe ji dest daye û destnîşan kir, ku ya bûye para wan xwedîderketin û pêşvebirina vê dozê ye. Gezgîncî diyar kir ku ew bi hevserê xwe re serbilind e.
Piştre birayê Gezgîncî Hecî Salih Gezgîncî mafê axaftinê wergirt û destnîşan kir, ku bi saya cangoriyan gelê Kurd îro ketiye rojeva cîhanê.
Ji cangoriyên Çemê Hêzilê yên sala 1982'an Beşîr Aksoy, xizmê wî Fasli Akturk anî ziman ku ew bi Medenî Akturk û Beşîr Aksoy ên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane serbilind in û ew ê her tim bi bîranîna cangoriyan re dilsoz bin.
Li dû axaftinan, ji bo bîranîna cangoriyan mewlûd hat xwendin.
CENEVRE
Şervanê YPG'ê Mûhammed Şik ê di şerê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Cenevreyê hat bibîranîn.
Şervanê YPG'ê Mûhammed Şik (Rênas Karaz) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Cenevreyê, bi merasîmekê hat bibîranîn. Di bîraenînê de ji malbata Şik xwişka wî Hevşaredara Navçeya Amed Sûrê Fatma Şik Barût, nûnerên Tevgera Jinê ya Swîsreyê û DEM-KURD'ê gelek Kurdistanî amade bûn.
Li dû axaftinên li bîranînê, li ser têkoşîna Şik ê YPG'yî sînevîzyonek hat nîşandan.