Li Cema Xizir Komkujiya Parîsê hate şermezar kirin
Li Cema Xizir Komkujiya Parîsê hate şermezar kirin
Li Cema Xizir Komkujiya Parîsê hate şermezar kirin
Li bajarê Toulouse yê Fransayê li Cema Xizir 3 jinên Kurd yên şoreşger yên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn.
Komeleya Elewiyan ya Demokratîk ya li bajarê Toulouseyê Cema Xizir pêkanîn. Duh di Cema Xizir ya li navnîşana Salle Georges Cuvîer de pêkhat Pîr Riza Yagmûr axivî û Komkujiya Parîsê şermezar kir. Yagmûr aşkera kir ku, baweriya Elewîtî ku her tim li gel mazlûmane û Yagmûr got; “3 jinên Kurd yên şoreşger yên li Parîsê hatin qetilkirin li Parîs, Amed, Dêrsim, Mereş û Mêrsînê Ii ser milê jinan hatin oxir kirin.” Piştî axaftinan deyîş hatin gotin û semah girêdan. Cema Xizir piştî loqûmên hatine belavkirin bi dawî bû.