Li çar bajaran 21 kes hatin binçavkirin

Li Mersîn, Hatay, Wan û Enqereyê di operasyonên qirkirina siyasî de 21 kes hatin binçavkirin.

AKP operasyonên qirkirina siyasî ya li ser Kurd û derdorên mûxalîf didomîne. Li Mêrsîn, Hatay û Wanê 18 kes hatin binçavkirin. Li Enqereyê jî êrîşî çalakiyê hate kirin û li vê derê 3 kes hatin binçavkirin.

MERSÎN

L Mersînê li taxa Afetevlerê ya Yenîşehîrê di serdegirtina malan de biraderên bi navê Mahsûm û Yavûz Yilmaz hatin binçavkirin û ev her du bira birin Gerînendetiya Emniyetê ya Bajêr.

HATAY

Li Hatayê li taxa Mûstafa Kemal a navçeya Îskenderûnê rêveberê Komeleyê Mafên Mirovan Mahmût Aydinci hate binçavkirin.

Li Hatayê di 25’ê Mijdarê de Şehmûs Taşan, Selahattîn Efeturk, Ahmet Ozgeyîkçî, Mehmet Hantaş, Şîar Beştaş, Omer Alataş û kesekî ku navê wî nehate hînbûn, hatibûn binçavkirin. Îfadeya van kesan a li emniyetê didome.

WAN

Li Wanê di destê sibehê de polîsên tîmên taybet avêtin ser gelek malan. Polîsan li taxa Hacibekir a Rêya Armûşê û li taxa Suphanê ya Edremîtê gelek jê zarok, 15 kes binçav kir.

Kesên hatine binçavkirin ên ku navê wan hatine hînbûn ev in: Bahtya Kaya, Berdan Kaya, Rêber Kûtlûk, Demhat Tûrgût, Bawer Kûtlûk.

ENQERE

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça vegerin karê xwe, di roja 267’an de ye. Çalakiya ku ji bo wan tê kirin jî di roja 387’an de ye.

Çalakvanan li Rêya Yukselê xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsan êrîşî çalakiyê kirin û li vê derê kesên bi navê Îlker Işik, Nazan Bozkûrt û Sîmge Aksam binçav kir.