Li Bûrsayê 6 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li navçeya Yildirim a Bûrsayê avêtin ser gelek malan û 6 kes destgîrkirin.
Polîsên Tirk li navçeya Yildirim a Bûrsayê avêtin ser gelek malan û 6 kes destgîrkirin.
Di avêtina ser malan ên danê sibehê de Ercan Gokçe, Sînan Gokçe, Suleyman Saydam, Mehmet Kilinç û kesên bi navên Cem û Huseyîn ku paşnavên wan nehatin zanîn hatin destgîrkirin.
Ercan Gokçe û Sînan Gokçe ku ji ber vîrûsê dihatin dermankirin piştre hatin berdan, lê 4 kesên din karûbarên wan ên li emniyetê didomin.
Hate ragihandin ku sedemê destgîrkirina her 6 kesan ew e ku dema di navbera sala 2018-2019’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçûbûnê hatibû destpêkirin û wê demê ku li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê bûn tevlî grevê bûne, hate nîşandan.