Li buroya THY a Los Angelesê çalakiya boykotê

Li bajarê Los Angeles ê DYA, komek kete buroya Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir.

Koma ji Kurd û Amerîkiyan ketin hundirê buroya THY û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir. Çalakgeran ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê bang kirin.

Komê di dema çalakiyê de daxuyaniyek jî da û xwest, malên Tirkan bên boykotkirin. Çalakgeran destnîşan kirin ku her pereyê ji Tirkiyeyê re diçin dibin fîşek û li dijî Kurdan têne teqandin.

Çalakgeran diyar kirin ku ew piştgiriyê didin şervanên YPG û YPJ'ê û bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyên ji niha û pê ve bibin.