Li ber Buroya Saarlandê ya SPD'ê çalakiya Kurdan

Kurdistanî li ber Buroya Saarlandê ya SPD'ê li hev civiyan û dewletên Tirk û Elman şermezar dikin.

Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê dijîn, li ber Buroya Saarlandê ya SPD'ê li hev civiyan û ji bo Efrînê dest bi çalakiyê kirin. Çalakger ji Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê yê nû Heiko Maas ku li eyaleta Saarlandê dijî dixwazin ku li bo Efrînê tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Di çalakiyê de bazirganiya bi çekan a bi dewleta Tirk re tê şermezarkirin û dirûşma "Bila panzerên Elman ji Kurdistanê derkevin" tên qîrîn.

Wekîlên SPD'yî ji bo bi Kurdistaniyan re biaxivin derketin derve.