Li Bukreş’ê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin
Li Bukreş’ê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin
Li Bukreş’ê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin
Li paytextê Romanya 35. Salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekî şevê pîroz kirin.
Bi wesîleya 35. Salvegera damezrandina PKK’ê şeva şahiyê ya ku li paytextê Romanyayê Bukreş’ê hate li darxisitin bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Şahiya şevê ku têde sirûda “Ey Raqîb” hate gon, Serokê Komeleya Çanda Kurd Alî Yildiz axaftinek kir. Yizdiz di axaftina xwe de bal kişande ser damezrandina PKK’ê, armanc û 35 salên tekoşînê ku heya roja me ya îro serkeftinên bi dest xistiye hatiye û got ku gelê kurd gelên Rojhilata Navîn jî bandor kiriye û dengvedana şoreşê li rojeva Cîhanê de daye rûnişkandin. Yildiz ku bal kişande ser gavên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatine avêtin û destkeftiyên gelê kurd û diyar kir ku mîmarê van serkeftinane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rê hevalên wine. Yildiz di axafitnên xwe de bal kişanse ser şoreşa Rojava jî.
Di axaftinên ku piştî Yildiz hatin kirin de hat diyar kirin ku gelê kurd ji zûde şiyar bûye. Di berdewamiya axaftinan de hate gotin ku “Gelê Rojava gelê meye, parçeyek ji me ye” û bal kişande ser ku ew ticarî bi tenê nînin.
Di axaftinan de ku nerazîbûn li hemberî “dîwarê şermê” yê ku di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojava de tê çêkirin hatin nîşandan, hat diyar kirin ku tûcarî wê nekaribin li ser rûhê gelê kurd, hastên wan, bawrî, bi biryarbûn û tekoşîna wan dîwar çêbikin.
Di şevê de sînevîzyon jî hate temaşe kirin. Şeva şahiyê ku hûnermend derketin ser dîkê û bi govendan bi dawî bû.