Li Brukselê li dijî qetlîaman çalakiya bêîtîatiya sivîl

Li paytexta Belçîka Brukselê li pêşiya edliyeyê çalakiya bêîtîatiya sivîl hat lidarxistin.

Di çalakiya li Brukselê ku gelek welatparêzên Kurdistanî û rêxistinên çep tevlîbûn de êrîşên qirker ên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê hat protestokirin. Di çalakiya ku nêzî sed kes tevlîbûn de, bi dirûşmeyên “Qatil Erdogan” û “Ji Kurdistan Re Azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de danezana bi Fransî ya balê dikşîne ser qetlîaman hat xwendin.

...