Li Brukselê çalakiya 25’ê Mijdarê

Li Brukselê çalakiya 25’ê Mijdarê

Li paytexta Bruksel a Belçîka di çarçoveya 25’ê Mijdarê de mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku ji aliyê Tevgera Jinan a Kurd a Belçîka, SKB, jinên Elewî û  Rêxistina Jinan a 8’ê Adarê ve saet 15.00’an li Porte de Namur hat lidarxistin, pankarta,  “Ji Şengalê heta Kobanê jin li ber xwe didin. Ji qirkirina jinan re na” ku hat vekirin, posterê Arîn Mîrxan, alên KJK, PJAK û SKB’ê hatin hilgirtin. Di mîtîngê de daxuyaniyên TJKE jî hatin belavkirin. Her wiha wêneyên têkildarî tundiya li hember jinan nîşan didin jî hatin pêşandan.

Di mîtîngê de nûnerên Tevgera Jinan a Kurd,  SKB, jinên Elewî, Jinên Êzidî û rêxistina 8’ê Adarê axivîn.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku jinên li Kobanê û Şengalê li ber xwe didin, pêşengiyê ji tevayî jinên cîhanê e dikin.

Di mîtîngê de dirûşmên,  “Jin, jiyan, azadî” “Bijî berxwedana YPJ”, “Bijî berxwedana Kobanê û Şengalê”,"Ji Qirkirina jinê re bes e” bi Kurdî û Fransî hatin gotin.