Li Brotonyayê jib o Kurdan şeva piştevaniyê

Li Brotonyayê jib o Kurdan şeva piştevaniyê

Li herêma Brotun a Fransayê li bajarê Duarnenez duh bi gelê kurd re şeva piştevaniyê û panelek pêk hat.  Komeleya Dostaniya Broton a Kurd û Mîhrîcana Fîlman a Duarnenez şevbêrkek piştevaniyê organîze kir.

Bername li Salona Sînemaya Mediatheque Georges Perros saet di 19.30’an de dest pê kir. Nûnerê Têkiliyên Derve yê Kurditanê a  Partiya Komînîst a Fransayê (PCF) Sylve Jan, derhênerên fîlmê ‘Ez kurd im’ Antoine Lavrent, şaredarê berê yê Doarnenez Monîque Prevost, nûnerên FEYKA’yê, Komeleya Çanda Kurd a Amarayê  ya Rennes û nûnerên Komeleya Dostaniya Brotan a Kurd tevli bû.

Destpêkê fîlmê ‘Ez kurd im’ hat nîşandan û panel dest pêkir. Sylve Jan axivî û got gelê kurd dozekî dimeşîne û di nava piştevaniyê de ne. Jan got ku peymana ku Tirkiye û Fransa li dijî kurdan dimeşîne divê teşhîr be û diyar kir ku divê gelê kurd nekin qurbana berjewendiyên xwe yên aborî.

Jan got hem bi îmzeyên ku dane parlamentoya Fransayê û hem jî di hevdîtinan dixwazin balê bikişînin ser pirsgisrêkê.

Jan diyar kir ku bi hatina Partiya Sosyalist a Fransayê re  qanûna  ‘dij-terorê’ zêdetir li dij kurdan hatiye bikaranîn û got: “Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.Dvê ji bo muzakreyên di navbera Ocalan û hikûmetê de tê kirin piştgirî bê dayîn. Komujiya Parîsê ya 9’ê Çile hêj ronî nebûye. Ev dê ew lekeyeke reş bimîne. Heta komkujî ronî nebe em dê têbikoşin.

Li Tirkiyeyê hêj astengî li pêş azadiya ramanê heye, bi sedan siyasetmedarên kurd hatine girtin û  zarokên 12 salî Ugur Kaymaz bi 13 guleyan hatiye kuştin. Her wiha  kesî hesabê vê jî nedaye.”

Derhêner Antoîne Lavreng jî got ew bi gelê kurd re din ava piştevaniyê de ne.Lavrend çavderiyên xwe yên der barê zarokên li Kurdistanê din av şer de mezin bûne, parve kir.

Di panelê de pirs hatin pirsîn û bersiv hatin girtin. Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ îmze hatin berhevkirin.