Li Bremenê bi hezaran kes bi slogana ‘Bijî berxwedana Efrînê’ meşiyan
Êrîşên dagirker ên li ser Efrînê li bajarê Bremenê yê Elmanyayê bi çalakiyeke girseyî hate protestokirin.
Êrîşên dagirker ên li ser Efrînê li bajarê Bremenê yê Elmanyayê bi çalakiyeke girseyî hate protestokirin.
Girse li pêşiya HBF’a Bremenê bi sloganan hatin ba hev û bi alayên YPG, YPJ dest bi meşê kirin.
Piştî meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn, li pêşiya Parlementoya Eyaletê ya Bremenê mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtîngê de li ser navê Federasyona Êzidiyan a Bremenê, Deutsche Soli û PYD Jin’ê axaftin hate kirin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku, berxwedana li Efrînê 51 roj in didome û hate gotin ku, “Divê em Efrînê wekî Kobanê xwedî lê derkevin.”
Piştî mîtîngê girseyê li pêşiya parlementoyê çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xist.
Girseyê piştî banga çalakiya sibê, belav bû.