Li Bremen, Hambûrg, Bordeaûx û Amsterdamê çalakî
Ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welat û bajaran çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welat û bajaran çalakî hatin lidarxistin.
BREMEN
Li Elmanyayê li bajarê Bremenê ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya meşê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de bal hate kişandin, heta ku agahiyan ji Ocalan werbigirin wê li qadan bin.
Çalakî hê jî didome.
HAMBÛRG
Li Elmanyayê li bajarê Hambûrgê jî Kurdistaniyan çalakî li dar xistin. Kurd li pêşiya Îstasyona Tirênê ya Hambûrgê hatin gel hev û çalakiya protestoyê li dar xistin.
Di çalakiyan de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Erdoganê qatil”, “Tirkiyeya qatil” hate qîrkirin.
Çalakî didome.
BORDEAÛX
Li Fransayê jî li Bordeaûxê ji bo tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal hate kişandin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye asteke xeter.
AMSTERDAM
Li Hollandayê li bajarê Amsterdamê jî ji bo tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Çalakiya li balefirxaneya Schrîpolê ya Amsterdamê didome.