Li Bordeaûxê di navbera Kurdan û faşîstan de alozî derket
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, ji ber provokasyona faşîstên Tirk, di navbera xwepêşandêrên Kurd û faşîstan de alozî derket û car carna ev alozî veguherî şer.
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, ji ber provokasyona faşîstên Tirk, di navbera xwepêşandêrên Kurd û faşîstan de alozî derket û car carna ev alozî veguherî şer.
Di bûyeran de hin kes bi sivikî birîndar bûn û 2 Kurd hatin binçavkirin.
Piştî ku di xwepêşandana ji bo şermezarkirina komkujiya li Cizîrê de ala KCK'ê bi Serkonsolosxaneya Tirk hat faliqandin, komeleyên faşîst bûn yek û xwestin xwepêşananekê pek bînin. Li hemberî vê yekê Kurdan li cihekî nêzî vê xwepêşandanê, çalakiyeke protestoyî lidar istin.
Kurdan di çalakiyê de ragihandin, ku dewleta Tirk û DAIŞ a pişta xwe dispêre vê dewletê terorîst in û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, protesto kirin.
Di vê kêliyê de faşîstên Tirk bi wesayîtên ala Tirk pê ve kiribûn li ber cihê çalakiyê re derbas bûn û provokasyon derxistin. Ji ber provokasyonê car carna şer derket. Di bûyerê de çend kes bi sivikî birîndar bûn.
Polîsan bi bombeyên gazê dest li bûyerê werdan. Di vê destwerdanê de du ciwanên Kurd hatin binçavkirin.