Li Bordeaûx û Bensheîmê çalakiyên ji bo Ocalan

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê û bajarê Bensheîm ê Elmanyayê, ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.

BORDEAÛX

Li ber gara Saînt Jean a li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi pêşengiya Tevgera Jinan a Bordeaûxê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Çalakgeran belavok belav kirin û bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan. Di çalakiyê de dirûşma "Azadî ji Ocalan re", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.

BENSHEÎM

Li bajarê Bensheîm ê eyaleta Hessen a Elmanyayê, piştgirî ji çalakiya rûniştinê ya bê dem a li ber avahiyên Konseya Ewropa û CPT ya li bajarê Strasboûrgê hate dayin.

Li ser mijarê daxuyaniyek hate dayin û hat gotin, "Weke Meclîsa Gel a Bensheîmê, ji bo Rêber Apo em li Bensheîmê dest bi çalakiya nobedê ya 5 rojan dikin. Ji roja Duşemê heta Înê wê çalakî dewam bike. Roja Înê wê saet di 16:00 de bi mîtîngekê biqede. Her roj wê li ber Burgerburo ya li sûkê, saet di navbera 10:00-17:00 de kon bê vedan û nobed bê girtin."

Li Bensheîmê der barê tecrîdê de her roj bi sedan belavok tên belavkirin.

Wekî din wê roja Çarşemê serdana çapemeniya Elman bê kirin. Wê dosya radestî şaredarî û radyoya herêmî bê kirin.