Li Bordeaux'ê 'Şehîdên Kobanê' hatin bibîranîn
Li Bordeaux'ê 'Şehîdên Kobanê' hatin bibîranîn
Li Bordeaux'ê 'Şehîdên Kobanê' hatin bibîranîn
Li bajarê Bordauxê, Hakan Baksûr ê di 6-7'ê Cotmehê de di dema berxwedana xwedîderketina li Kobanê de li Gumgumê jiyana xwe ji dest da û şervanê YPG'ê Nevzat Bozdag (Rûgeş) ê di 3'ê Mijdarê de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bordeauxê hatin bibîranîn.
Di bîranîna ku 500 kes lê amade bûn de Hevserokê KCD-E Mûrat ceylan û nûnera TJKE Leyla Şoreşger axivîn.
Di axaftinan de, girîngiya berxwedana Kobanê di têkoşîna Kurdan de û destketiyên berxwedanê hatin vegotin.
Di axaftinan de hat gotin, "Berxwedana Kobanê bûye mizgîniya Kurdistana azad. Bi taybetî rola jinê ya di berxwedanê de, bûye mînak ji tevahiya mirovahiyê re û rola jinê ya di têkoşînê de careke din derxistiye holê." Di merasîmê de li gel malbatên Hakan Baksûr û Nevzat Bozdag (Rûgeş) malbatên 'şehîdan' jî amade bûn.
Merasîma bîranînê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.