Li Boonê panele piştevaniya bi Rojava re
Li Boonê panele piştevaniya bi Rojava re
Li Boonê panele piştevaniya bi Rojava re
Li bajarê Boon a Almanyayê panela Rojava pêk hat û hat gotin Rojava ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn gelek girînge û banga piştevaniyê hat kirin.
Li Bonê panela bi ser navê ‘Şoreşa Kurdistanê, li Rojava têkoşîna azadiya kurd û Tevgera piştevaniya li Almanyayê’ hat lidarxistin.
MLKP, PYD, AKAP, Tatort Kurdistan, Koma Zanîngeha Dijkapîtalîst, Nûnerên Ciwanên Kurd wek nûner axivîn.
Axaftina yekemîn nûnerê MLKP’ê kir got li her çar aliyê cîhanê kedkar, bindestan serî hildane û got ev gelek girînge û da zanîn ku riya diçe sozyalîzmê ji şoreşa Rojava derbas dibe.
RÊYA SÊYEMÎN ŞOREŞA ROJAVA YE
Di panelê de hat gotin ku li Rojhilata Navîn du hêzên paşverû di pevçûnê de ne û got Rojava riya sêyemîn ya şoreşê ye. Hat diyar kirin ku şoreşa Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn hêviyeke û got divê piştgiriyê bidin eniya sêyemîn.
Her wiha hat gotin ku dîwarê şermê yê li sînor tê lêkirin jî dê yekitiya gelê kurd xera neke.
Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Redur Xelîl da zanîn ku dê şoreşa Rojava têk nebin.
Axaftinkerên din yên panelê balkişandin ser kurdên li Almanyayê.