Li Bonn û Den Haagê Rûsya hate protestokirin

Li bajarê Bonn ê Elmanya û li bajarê Denn Haag ê Hollandayê Kurdistanî û dostên wan li pêşiya sefaretxaneyên Rûs çalakî lidar xist. Çalakgeran Rûsyaya ku destûra êrîşên dagirkeriya Tirk bi ser Efrînê dayî, şermezar kir.

Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Bonn ê Elmanyayê dijîn, Federasyona Rûsya ku hevkarê dagirkeriya Tirk bi ser Efrînê ye, protesto kirin.

Di çalakiya li pêşiya sefaretxaneya Rûs de dirûşmeyên ‘Her der Efrîn e her der Berxwedan e’ , ‘Hemû hêzên dagirker ji Kurdistanê derkevin’ , ‘Em hemû Efrînî ne’ û ‘Li Kurdistanê komkujiyên dagirkeriyê rawestînn’ berz kirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Bonnê axivî û wiha got; “Li ser xwîna Kurdan hesap tê kirin. Di şerê li Sûriyeyê de Kurd weke qurban di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatine hilbijartin. Gelê Kurd van polîtikayên we yên qirêj wê ti carî qebûl neke. Her cihê Kurd le henê wê qadê veguherîn berxwedanê.”

DEN HAAG

Bi heman armancî li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî li pêşiya sefaretxaneya Rûs çalakiya protestoyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hevkariya dewleta Rûsya a bi Tirkan re û bêdengiya hikûmetên Rojava hate şermezarkirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Terorîst Tirkiye’ ‘Dîktator Erdogan’ û ‘Kujer Erdogan’ hate berzkirin.