Li Bokanê 15 roje aqûbeta xwişk û birayekê nediyare
Li Bokanê 15 roje aqûbeta xwişk û birayekê nediyare
Li Bokanê 15 roje aqûbeta xwişk û birayekê nediyare
Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Bokanê aqûbeta xwişk û birayekê yên ji beriya du hefteyan ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatîn girtin ta niha nediyare.
Ji 16’ê Mijdarê ve Efsan Bayzîdî birayê wê Şaho Bayzîdî ji aliyê hêzên îtlaata rejîma Îranê ve hatine girtin, lê ta niha di derbarê aqûbet jiyana wan de tu agahî bi dest neketîne.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan malbata Bayzîdî ji nava du hefteyên derbasbûyî de serlêdan li îdareya îtlaatê ya bajarê Bokanê dabûn, lê hêzên îtlaatê ji wan re gotine zarokên we me şandine li gel îtlaata Mahabatê.
Dema ku malbata Efsane û Şaho serlêdan li îdareya îtlaata mahabadê jî kirîne îtlaatê ji wan re gotine agahiya me ji wan nîne.
Efsane Bayzîdî xwendevana zanîngeha Peyan Nûrî ya bajarê Bokanê bû.