Li Bogazîçî panêla Rojava

Li Bogazîçî panêla Rojava

Li Zanîngeha Bogazîçî sibê ji aliyê DODEF'ê ve panêlek tê lidarxistin û dê di panêlê de şoreşa Rojava bi hemû aliyên xwe bê nirxandin.

Însiyatîfa Bogazîçî ya Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF) bi sernavê "Qonaxên şoreşa Rojava" panêlekê lidar dixe.

Di panêlê de weke axaftvan wê rojnamevanê ji Rojavayê Kurdistanê Barzan Îso, rojnamevan Arzû Demîr, akademîsyen Seda Altûg, nûnera ÎHD'ê parêzer Gulseren Yolerî, Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu û Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata amade bin.

Her wiha Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Hevserokê PYD'ê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Endamê Desteya Bilind a Kurd û Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEVDEM) Aldar Xelîl û ji Tevgera Jinê ya Rojavayê Kurdistanê ji Yekitiya Star Makiy Hasso dê bi rêya telekonferansê li panêlê biaxivin.

Panêl wê li Salona Ayhan Şaheng a Navenda Çandê ya Garantî ya Zanîngea Bogazîçî pêk were û saet di 16:30 de destpê bike.

Di panêlê de sernavên "Kurte dîroka Rojava û polîtîkaya Kembera Ereb a ji bo parçekirin û xizankirina Kurdan ji aliyê rejîma Baas ve hat meşandin", "Pêşketina paradîgmaya azadîperestiya zayendî, ekolojîk, demokratîk a li ser bingeha îdeolojiya rizgariya jinê a li Rojava", "Pêngava civakî ya li Rojava ya bê dewlet, aliyên wê yên dişbin şoreşên din ên li cîhanê û aliyên wê yên ji van şoreşan cuda", "Meclîsên gel, kooperatîf, meclîsên jinê yên azad, komun û meclîsên ciwanan ên li Rojava" dê werin nirxandin.