Li Bodrûmê keştî noqî binê avê bû, 2 zarokên penaber mirin

Li peravên navçeya Bodrûm a Mûglayê, keştiyek ku penaber tê de bûn noqî binê avê bû. 2 zarok mirin.

Rayedarên li herêmê gotin, 19 kes ji keştiyê hatin rizgarkirin. 5 ji wan rakirin nexweşxaneyê, lê 2 zarok li nexweşxaneyê mirin.

Hate ragihandin, penaberan hewl didan ji Bodrûmê biçin girava Kosê ya Yewnanîstanê.

Roja 14'ê Cotmehê li Îzmîrê qemyoneke ku koçber tê de bûn wergeriya. Di bûyerê de 22 kes mirin ku gelek zarok jî di nav de hebûn.

Şeva 9'ê Cotmehê jî li peravên Îzmîrê keştiyeke koçber tê de bûn noqî binê avê bû û herî kêm 4 kes mirin, 30 kes jî winda bûn.

Dawiya meha Îlonê jî keştiyek li peravên Îzmîrê noqî binê avê bû. 5 kes mirin, nêzî 30 kes winda bûn.