Li Bodensee civîna li ser projeya 'Malbata Bira'

Li bajarê Elmanya Bodensee, di çarçoveya projeya 'Malbata Bira' de civînek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Bodensee, di çarçoveya projeya 'Malbata Bira' de civînek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç weke qiseker beşdarî civînê bûn.

Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç di axaftina xwe ya li vir de got, "Weke Kurdên li Ewropayê dijîn û saziyên wan, me reaksiyon û hêza çalakiyê ya di dema Kobanê de nîşan dan, nikarîbûn ji bo Cizîr û Sûrê nîşan bidin. Me gelek çalakî lidar xistin, lê vê têrê nekir."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî qala êrîşên dewleta Tirk ên li Cizîrê kir.

Sariyildiz got, "Ev eleqeya we ya zêde ya ji bo vê civînê moraleke mezin dide me. Gelê me bê qetilkirin jî dizane li pişt wan mirovên mîna weke hene. Bi projeya Malbata Bira ve em dikarin êşên xwe parve bikin û van komkujiyan ji holê rakin." Sariyildiz da xuyakirin, ku sedema van komkujiyan xendek nîne, ev komkujî ji berê ve hatibû plankirin.

Sariyildiz got, "Bi destê hûn dirêjî Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û Şirnexê bikin ve, hûnê ji gelê me re bêjin 'hûn bi tenê nînin."