Li Bismilê ji bo gerîlayên HPG'ê mewlûd hat dayîn
Li Bismilê ji bo gerîlayên HPG'ê mewlûd hat dayîn
Li Bismilê ji bo gerîlayên HPG'ê mewlûd hat dayîn
Li navçeya Bismil a Amedê ji bo gerîlayên HPG'ê yên di salên cuda de jiyana xwe ji dest dane û ji bo Abdulkadîr Kurt, Uzeyîr Kurt ên bi êşkenceyê hatin qetilkirin, mewlûd hat dayîn.
Li Bismilê ji bo gerîlayên HPG'ê Turkan Kurt (Hêvîdar Amed), Necat Kurt (Karker) ku di salên cuda de jiyana xwe ji dest dane û Abdulkadîr Kurt û Uzeyîr Kurt ê ku di bin çavan de bi êşkenceyê hatin qetilkirin mewlûd hat dayîn. Mewlûd di hewşa malbata Kurt de hat dayîn, Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu, endamên MEYA-DER, BDP û gelek kes tevli mewlûdê bûn. Li hewşê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin û bi Kurdî mewlûd hat xwendin. Rêveberê MEYA-DER'a Amedê Medenî Aktar hêzên ku piştgiriyê didin çeteyan şermezar kir.
Piştî dua û axaftinan welatiyan fitara xwe vekirin.