Li Bîelefeld komplo hat şermezarkirin
Li Bîelefeld komplo hat şermezarkirin
Li Bîelefeld komplo hat şermezarkirin
Li bajarê Bîelefeld a Almanyayê bi armanca şermezarkirina 9’ê cotmehê meşek pêk hat. Di meşê de hat gotin ku xwedîderketina li şoreşa Rojava, bersiva herî bi wateya a li dijî komplogerane.
Gelek kurd tevli çalakiya li ber şaredariya Bîelefeldê bûn. Li cadeya herî qelebalix a bajar bi dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo, Bijî Berxwedana Rojava’ hatin berzkirin.
Şêniyên bajar eleqeyek mezin nîşanê çalakiyê dan û belavok hatin belavkirin. Ji bo azadiya Ocalan jî îmze hatin komkirin.
Serokê Meclisa Gel a Bîelefeldê Tahîr Koçer axaftinek kir û diyar kir ku gelê kurd di xeta Rêber Apo de meşiyaye û komplo vala derxistine.
Meş bi çepik û dirûşmeyan dawî bû.