Li Bîelefedê piştgiriya ji bo çapemeniya azad

Li Bîelefedê ji bo piştgirîdayîna rojnameya Atilim û çapemeniya azad aktivîteyek hate lidarxistin.

Li Bîelefedê ji bo piştgirîdayîna rojnameya Atilim û çapemeniya azad aktivîteyek hate lidarxistin.

Çalakiyên piştgiriyê ku piştî Hollandayê li Belçîkayê pêk hatin, li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê dewam kir. Di aktivîteyê de Nûnera Rojnameya Atilimê Îsmînaz Ergun û Hevserokê AvEG-Kon Bakî Selçûk axivîn. Hunermend Erdogan Emîr jî der ket ser dikê.

Aktivîteya ku ji aliyê Mala Gel a Enternasyonal a Bîelefeldê ve hate organîzekirin û ji SKB’ê Gulbuhar Gunduz pêşkêşvanî kir, bi rêzgirtina ji bo şehîdên çapeneniyê destpê kir.

'DIVÊ HÊ ZÊDETIR XWEDÎ LI ÇAPEMENIYA AZAD BÊ DERKETIN'

Di aktivîteyê de Hevserokê AvEG-KON Selçûk axivî û di serî de şehîdên meha Gulanê Denîzan, Îbrahîman, Hakî Kareran û Çaran bîr anî. Selçûk da xuyakirin, ku bi saya çapemeniya Azad ji êrîşên qirkirinê yên Bakurê Kurdistanê tên meşandin agahiyan digirin. Selçûk banga xwedîderketina li çapemeniya azad kir.

Nûnera Rojnameya Atilimê Ergun jî behsa êrîşên li hember çapeniya azad kir, bibîr xist ku di demên dawî de 13 nûçegihanên DÎHA’yê hatine girtin.

Ergun destnişan kir ku divê hê zêdetir xwedî li çapemeniya azad bê derketin.

...