Li Bexdayê krîz kûr dibe, bangên îstifayê yên li hikûmetê zêde dibin

Parlamentera Tevgera Goran Şîrîn Reza diyar kir, hikûmeta Abadî nikare pirsgirêkên siyasî, aborî û ewlekariyê yên li welêt çareser bike û got, "Ji bo çareseriyê divê hikûmeta heyî îstifa bike û li şûna wê hikûmeteke nû ya neteweyî bê avakirin."

Şîrîn Reza, krîza siyasî ya li Bexdayê ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku Abadî dema wezîfe dewr girt dixwest hin reforman bike, lê belê ev yek pêk neanî, qaseya hikûmetê ya ji Malîkî dewr girt bi temamî qedand û banga dewletê jî ji ber karên nelirê û diziyê vala bûye.

HIKÛMETA ABADÎ NIKARE HESAB JI YÊN KARÊN NE LI RÊ DIKIN BIPIRSE

Parlamentera Iraqê ya Tevgera Goran a Şîrîn Reza işaret bi bangên Muqteda El Sadr û gelê Iraqê yên ji bo îstifakirina hikûmeta Abadî kir û da zanîn, El Sadr û gelê Iraqê ji hikûmetê dixwazin bi ser karên ne li rê de biçe û hesab ji sûcdaran bipirse.

Reza axaftina xwe wiha dewam kir: "Iraqî hikûmeteke teknokrat a dikare çareyê ji pirsgirêkên ewlekarî û aboriyê re bibîne, dixwazin. Û dixwazin ev hikûmet bi rastî jî vekirî û objektîf be. Lê belê Serokwezîr Haydar Abadî li pêşberî vê daxwazê bi tenê desteya wezîran diguherîne. Ji ber ku armanca Abadî pêkanîna reforman nîne. Lewma bi rewşa heyî re nikare pirsgirêkan çareser bike. Hikûmeta Abadî nikare li hemberî yên karên ne li rê dikin, yên pereyan didizin û li bankayên derveyî welat bi cih dikin, tiştekî qanûnî bike. Hikûmeta Abadî her wiha nikare komîteya ser bi hikûmetê ya bi lêpirsîna karên ne li rê wezîfedar e, çalak bike."

DIVÊ HIKÛMET Û SEROKKOMAR ÎSTIFA BIKIN

Reza ragihand, Abadî ji bo desteya nû ya wezîran daxwaza navan ji aliyên li parlamentê kiriye, lê ev nav hînê nehatine diyarkirin. Reza îdîa kir, ku ev nav eşkere bibin jî wê neyên erêkirin.

Reza got, "Ji bo çareseriya pirgirêkan, li gorî min êdî guhertina navan têrê nake. Pêwîste hikûmet jî, Serokkomar jî îstifa bikin û li şûna wan hikûmeteke neteweyî bê avakirin. Divê ev yek derhal were kirin.

Eger tiştekî bi vî rengî neyê kirin û Sadr û gelê Iraqê rabe ser xwe, hingî wê rewşa heyî ya li Iraqê ku di nava krîza aborî û ewlekariyê de ye, nebaştir bibe. Lewma ev daxwaza gelê Iraqê gelekî rewa ye."