NÛ BÛ

Li Bexdayê civîna awarte

Li Iraqê krîza siyasî giran dibe. Piştî xwepêşandanên duh ên li Bexdayê Serokkomar Fûad Mahsûm banga civîna awarte li Serokwezîr Ebadî û Serokê Parlamentê Cibûrî kir.

Piştî xwepêşandanên duh ên li paytexta Iraq Bexdayê, hat ragihandin ku Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm ji bo rewşê binirxîne wê bi Serokwezîr Haydar Ebadî û Serokê Parlamentê Selîm Cîbûrî re rûnê.

Rûniştina duh a li parlamenta Iraqê, ji ber ku piraniya parlamenter lê ne amade bûn, ji bo roja Sêşemê hatibû taloqkirin. Demeke kurt piştî vê biryarê, lîderê Şîa Muqteda El Sadr li bajarê Necefê ji girseya gel re axivî û îdîa kiribû ku serdana Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden a Bexdayê rê li ber gumanan vekiriye û bi zexta li Serokwezîr Haydar Ebadî kiriye, pêşî li pêkanîna reforman girtiye.

Sadr dabû zanîn ku hin kes naxwazin li Iraqê reform werin kirin û ew ê ti carî qebûl nekin ku erk li gorî rewşa mezhebî û etnîkî bên dabeşkirin. Lîderê Şîa dabû xuyakirin, ku xwepêşandan aştiyane ne û anîbû ziman ku eniya Sadr xebatên xwe yên siyasî sekinandiye.

Demeke kurt piştî vê axaftinê, alîgirên lîderê Şîa Muqteda El Sadr, avêtin ser parlamentê. Bi sedan alîgirên Sadr deriyên Herêma Kesk şikandin û avahiya parlamentê tevlîhev kirin. Hat îdîakirin ku li Bexdayê rewşa awarte û qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Lê belê fermandarê ji operasyonên li Bexdayê berpirsyar Saad Maan ji televîzyona El Iraqiye ya di bin kontrola hikûmetê de ye axivî, ev îdîa derewand û got, "Her tişt di bin kontrolê de ye."

Di vê navberê de Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî îro danê sibehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ferman da Wezareta Karên hundir ku têkildarî kesên duh parlamenta Iraqê dagir kirin, lêpirsînê veke.