Li Bexdayê 4 xebatkarên alîkariyê yên Xirîstiyan winda bûn

Li Iraqê sisê jê hemwelatiyên Fransaye çar kes winda bûn. Guman ev e ku ev kes ji aliyê rêxistinên radîkal hatine revandin.

Rêxistina SOS Chretiens d'Orient ya Fransî ku li gel Komeleya Mesîhî ya Katolîk ve tê rêveberin ragihand ku 4 endamên wan ku 3 jê Fransî û yek Iraqî ye li nêzîkî konsolosxaneya Fransa ya li Bexda çend roj in winda bûne.

Rêveberê SOS Chretiens d'Orient Binyamîn Blanşar diyar kir ku ji roja Duşema borî ve 4 endamên wan winda ne û nizanin ji aliyê kê û kîjan aliyan ve hatine windakirin û got; “Çend sal in bi eşkere û çavdêriya rêveberiya Iraqê kar dikin û fermiyeta me heye. “

Rêveberê SOS Chretiens d'Orient Binyamîn Blanşar destnîşan kir ku ew endamên wan li nêzî konsolosxaneya Fransayê winda bûne û niha rayedarên Fransî û Iraqî ji bo diyarkirina aqûbeta wan hevkariya hev dikin.

Rêxistina SOS Chretiens d'Orient nasnameya endamên xwe eşkere nekir.

SOS Chretiens d'Orient ji sala 2014’an ve li Iraqê kar dike. Karê xwe yê sereke li Hewlêrê bi rê ve dibe. Alîkariyê dide Xirîstiyanan.

Rêxistina SOS Chretiens d'Orient li Sûriye, Lubnan, Misir jî kar dike. Yekemîn rêxistina xêrxwazî ya rojava ye ku li Rojhilata Navîn alîkariya Xirîstiyanan dike.